al û esḧabî muḧemede şewq be dił însan eda

wesfêk
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 3 Xulek  458 Dîtin
al û esḧabî muḧemede şewq be dił însan eda
bêsemer bûm bo nemamê ser le řûy asman eda
bark alilhErebî bo nemamit ey gułî gułzarî dił
cwanî to xoy be mangê ya be řoj pîşan eda
terkî dinya çon nekem bot ey şehî xûbanî min
řûy gułî bêstanî jînim çîn be çîn xerman eda
sabîte şîrînî sanît xo minîş ferhadekem
wa qułingî ’eşqî pêye dił diřî şaxan eda
cilweyek lew nûrî çawet day leser sînem îtir
bo ẍułamî dergehî to ḧazirim ta can eda
ḧelqey xudamîy to wa le gwêma ta xuda
ḧakmî ḧukimit ebêt û mustefaKes ferman edat
xalqim her xwaye emma toş bitî řêy ’eşqimî
hem menałî ser zemînim em be şeş yezdan eda
diłberim saḧîb serim cêga derim her yarme
çîm heye her xoy ḧesêbe fote ya tałan eda
zeřřeyek bûnî ḧeyatim yek xuda, dûhem ewe
bimkujê bê desełatim ew ẍem û ferman eda
řebî lem dinyayeda ger xoştirim lew kes bwê
dîn siz û hem cwanemerg bim, dił kułî giryan eda
zewqî zehre qutib û keywan min leser erz şik ebem
wa leber çawim be daym şu’leşî pexşan eda
sîney şems û qemerme řehřewî byaban û deşt
min çe îḧtyacî be mang bim, her şew řexşan eka
şafî’im ẍeyrî muḧemmed, her ewe řojî ceza
xo le dinyaşa hewesîye qetiłim ya pexşan eda
sed wekû bocehil û şeytan ne’letim lêye eger
nawî to min kem feramoş ta xwa seywan eda...
zidî em ḧałey witim pêt min eger kirdim xîlaf
řûřeşî qapî xudam û hem le dîn laman eda
tal’im gerçî sya bû wa be tenha mamewe
cêgekey caranit mawe ew tesellaman eda
zułimit gerçî kirduwe lêm her xełatî tê egem
ḧeqî xom qyamet esênim, xwa beşt nałan eda
’alem emkate şahîd çît le ḧałim kirduwe?
şahîdêkî tir ke diłme qefqefî duxan eda
ẍeyrî ax û ofî to min bê elem derdim nîye....
baweřîş nakey be lefzim cergî wek biryan eda
qafłey orduyî dûrît hate ser qel’ey leşim
ẍîretim gerçî nemawe yadî to heyecan eda
qa’îlim bem tozebeşem ew řeway nabînê pêm
bo ewey nawî nemênê xoy lemin penhan eda
karêkî kirdî legełma zulfeqarNava taybety dû birot
da’îma celladî řoḧme şîr be hełkêşan eda
lu’lu’e pîrozeye ya załî ser ew gerdiney
ya zimrut ya zêr ce xoy leser zîwan eda
merḧeben ey şahî xûban nûrî bînayî dîdem
hîç binye şubhe ke zułifit min le sêdaran eda
nałenałî min ke bo bałate wek hewrî behar...
hir wekû ’er’er ke hełçû xoy lenaw baẍan eda
wexte bitwanim biłêm zułifit şemał dênête feř
çend kes sûtawî wekû bo kwêstan eda