were gyanekem wek cunê diłdar

tablo
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  499 Dîtin
were gyanekem wek cunê diłdar
biçîne jêr say darêkî behar
ew dareş çî bê? ba erxewan bê
ke wek řuxsarit geşawe û cwan bê
çepkê nêrgisî taze pêçrawe
be tałê dû tał lew zułfe xawe
înca wek bulbul to bêre awaz
minîş gwê egirim kesas û bê naz
to pêbkene bo pîrî beso
minîş têr egrîm bo cewanîy to
be bêne tabloy pîrî û cewanî
şêwey kiłołî hî kameranî
çunke dwařojî çerxî zemane
çe min çe bo to şîne û giryane