’eşqî to nemka be biryan kê heye beḧsim bika

řastîyek
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  670 Dîtin
’eşqî to nemka be biryan kê heye beḧsim bika
zułfî to şêtim neka ger, kê heye lomem bika
ger nesûtêm bo biroket to le dînim la nedey
kes nîye man’ be îşim ta xuda yarim bika
’eqił û hoşt lê biřîwim xwardin û xorakî min
her ẍemî toye bequrban, eyke kê çarim bika
hełbete ḧałim bizanî çîm beser hatuwe lebot
tê degey ewsa çilonim kê heye men’im bika
bo çî napirsî le zarim zeřeye řeḧimit nîye
nawî mecnûn wa le dunya her ewe ’eynim bika
sed ełên ferhadNava taybet be şîrînNava taybet ’aşiqe wek min nîye
ay ke çon mensûrNava taybet etwanê taku teqlîdim bika
min wekû bulbul eto guł kułmî ałit qetreye
ya wekû lempa be řûy to cuřmî sûtanim bika
ya esûtêm ya ebê bimirim be meqsed ger negem
ya le dunya xo tebeřa xełqî ba seyrim bika
eḧmedNasnava edebîe teqlîdî mecnûn eka bo leylekey
her wekû ferhad xerîke nawî xoy me’lum bika