’eşqî to nemka be biryan kê heye beḧsim bika

řastîyek
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  674 views
’eşqî to nemka be biryan kê heye beḧsim bika
zułfî to şêtim neka ger, kê heye lomem bika
ger nesûtêm bo biroket to le dînim la nedey
kes nîye man’ be îşim ta xuda yarim bika
’eqił û hoşt lê biřîwim xwardin û xorakî min
her ẍemî toye bequrban, eyke kê çarim bika
hełbete ḧałim bizanî çîm beser hatuwe lebot
tê degey ewsa çilonim kê heye men’im bika
bo çî napirsî le zarim zeřeye řeḧimit nîye
nawî mecnûn wa le dunya her ewe ’eynim bika
sed ełên ferhadNamed-Entity be şîrînNamed-Entity ’aşiqe wek min nîye
ay ke çon mensûrNamed-Entity etwanê taku teqlîdim bika
min wekû bulbul eto guł kułmî ałit qetreye
ya wekû lempa be řûy to cuřmî sûtanim bika
ya esûtêm ya ebê bimirim be meqsed ger negem
ya le dunya xo tebeřa xełqî ba seyrim bika
eḧmedPen namee teqlîdî mecnûn eka bo leylekey
her wekû ferhad xerîke nawî xoy me’lum bika