were ey gyanî şîrînim eman destim be damanit

were
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  601 Dîtin
were ey gyanî şîrînim eman destim be damanit
bike řeḧmê be ḧałî ’ebdeket berderk û dîwanit
le ḧałî nez’idam řoḧim leser lêw çaweřêy toye
desa taku nemirdûm bêre lam bimke be qurbanit
yexet degirim le meḧşerda leber dîwanî yezdana
ke to qatîlmî kuştumit be nûkî tîrî mujganit
diłim wek qîme cinrawe be zwalifqarErebîy ebroket
kebab’asa ciger birja be ax û daxî hîcranit
eger to hênde řeḧimit bê bequrban ke’be keç nabê
ewend řuxset bidey carêk emin bêm bibme mîwanit
xemî çend sałem û giryey şew û nałînî řojanim
be badey em hemu derde be maçêkî le lêwanit
eger pêt ’eybe min bibme xułamî dergeket ḧeqte
bełam xałî nîye hergîz le diřk û tîşe... baẍanit
şew û řoj şêt û wêt asa ke min em mesre’em «wirde»
«were ey gyanî şîrînim eman destim be damanit»