fiřî teyarey me’şûq muqabîl bû legeł bedra

fiřokey ewîn
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  341 Dîtin
fiřî teyarey me’şûq muqabîl bû legeł bedra
kira bumbardumanî dił le burc û qel’eyî sedra
gehê bomba gehê tope, gehê şestîre hařey dê
eka şabaş be ser serma le wextî nîweřo û ’esra
penahêkî le asman girt le dûr tozî biruskey da
le şewqî tîşkî çawanî wişk bû gułşenî xezra
be berqî şîrî ebrowe hicûmî kirde ser cergim
ke lêy dam xwên fwarey kird peya bû «min’ û micraErebî»
be engustêkî şêrane îşarey kirde kohî dił
leser emrî diłim şeq bu be wêney taqekey kîsra
bebê ’uzir û febaḧet bûn ke tîrêkî ḧewałem kird
le janî zexmî ew tîre beraber bûm legeł hewra
be ḧełqey zułfî serkułmî ke ’areq hatbuwe xwarê
wekû qatîlim û gîrabim qenarem bo heławêsra
le kwête eḧmedNasnava edebî hêşta jimarey ḧesret û cewrit
ke laşet wa leserxo bêt birle fawî lay besreNava taybet