ay çen giriftarî tom

Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  1316 Dîtin
ay çen giriftarî tom
ciger birînarî tom
diłbestey zinarî tom
şoxî û cwanî û lawî to
bo jyanim bû be ho
dinya toy tya nebînim
nabim derbestî jînim
lenaw bax û gułzara
le mêrg û mêrẍuzara
le hawîn û behara
geřam řwanîm xwar û jûr
le nizîkî çi le dûr...
nemdî wek to bała berz
wek to şûş û ’er’er terz
qaspey kewanî serkel
awazî qumrîy û mel
leser em çił û ew çił
ebyem em hemû denge
her çîyek nay û çenge
lelay minî řenceřo
nagate «a»yekî to
gułałey sûr û şewbo
wenewşey ser le ejno
sifîdey demî aso
dîm û nemdî, lemane
wek to řazawe gyane
şîn û mor û zerd û ał
çaw û gerdin, kułim û xał
cwanîm kirde çepkê guł
gułî řazawe be dił
lêm bijard diřk û çiqił
xoşim bûme yek bulbul
pêma řwanî guła û guł
keçî le û çepke cwane
tasey tom neşka gyane
jyanî.........Teksta ne aşkira
em dinyaye û samanî
herzekarî newciwanî
tuxwa were ta cwanîn
erkî pîrî nazanîn
ba bîçêjîn bê zarî
tamî ’eşq û diłdarî