hełkira şem’î qidûmit meclîsim řoşin kira

hatnêk
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  377 Dîtin
hełkira şem’î qidûmit meclîsim řoşin kira
wişkî kird baẍî fîraq û şikłî guł sewsen kira
gîrewey deycûr û mîḧnet řaydey tofan û ẍem
leşkirî mîḧnet şikaw řûbeřûy me’men kira...
xêr bê ya řebebî qidûmit her bexêr bê řoḧekem
bem qidûmî řostemanet qitlî ehrîmen kira
hatinit yekcarî bê û řoyînit neybînmewe
řenge kwêr bê dîdekanim ger terkî mesken kira
em deqîqey xoşe dinya pêt muşirq bû ke çaw
’uşretim xermen kirawe, mîḧnetîşim şen kira
bûme mindałî şîrî çume bergî sirûr
bûme şahenşahî bezim û meclîsim řoşin kira
eḧmedNasnava edebîe şêtî dû ebrot řuḧim û lutfêkit bibê
bîgeřê zincîr kirawe gîrewey ermen kira