minał bûm bîrme mêjûy kurdistan

şořşî sałî 1958
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  363 Dîtin
minał bûm bîrme mêjûy kurdistan
wek serguzşite wekû dastan
le bîrme çilon bû be wêrane
be gulle û top û bombay bêgane
le bîrme çen law, çen qaremanan
kiran be dara û xirane zîndan
be çend hezaran korpey nazaran
le jin û pyaw... le pîr û le cwan
emane hemûy zorî tir têkřa
bûne xorakîy birsêtî bomba
be hoy cengewe kirdey zemane
kewte jêr destî pîsî bêgane
***
emřo paş dengî «alilh akbirErebî»
gwêm le dengê bû weku şêrî neř
eyneřan piř dem piř hemû dinya
piř be asman û piř hemû dinya
dengêk piř ne’re û bangî azadî
eziringayewe wadî be wadî
eyut: ey geda dîl û sergerdan
řapeřn le xew xewî çen sałan
werne jêr sayey darî azadî
paş sałehay jîn be namradî