çend wişeyekî pêwîst
ew bira û xuşkaney ke em dîwanî şê’reyan deskewt eyanewê xawenekey binasin heta bizanin kêye û çîye û çî le baraye û aya çi nirx û twanayekî heye le cîhanî şê’ir û edebda. înca ewa zor be kurtî xom bem bira û xuşkane enasênim.
nawim ’elî kuřî ’arf aẍay kuřî ’ezîz aẍa. le binemałey aẍa teham. le sałî 1910 hatumete dinyawe. xwêndinim heta qutabxaney nawendî «mitustihErebî» tewaw kird. leber kem destî bawkim nemtiwanî biçme beẍda bo tewaw kirdinî «tiḧsîlîErebî» sanewî û kilîhErebî. le sałî 1934 da kiram be nûser le dadgay suleymanîCih. le sałî 1958 da leber hendê hoy xêzanî û siḧîErebî teqawît kiram.
her le minałyewe ḧezim le şê’ir xwêndinewe ekird. bawkim komełe şê’rêkî zorî «nalîKes û kurdîKes û salimKes û şêx řezaKes û wefayîKes û xesteKes» we gelê şa’îrî tirî nusîbowe. mutalay ew şê’ranem ekird, we eme zor car hestî ecułanim û pałî pêwe enam ke şê’ir dabnêm.
ew şê’raney ke nîşanî mamim «eḧmedî ’ezîz aẍa» eda pê ekenî û gałtey pê ekirdim bełam min kołim neda heta řojêk parçe şê’rêkî xomim bird bo mamostam zîwer, xwêndyewe û witî ’elî em şê’re zor cwane umêdim heye ke seretay pê geyştin û serkewtinit bê le dinyay edeba.
şê’rekanim leser şêwey kilasîkîh. le seretay lawîmewe zor diłbend «mi’icbErebî» bûm be nalî û kurdî û salim û şikirî û şêx řeza û zêwerKes û bê kesKes û ḧemdîKes û be şa’îre lawekanî wekû herdîKes û diłdarKes û hêminKes û kameranKes û exolKes. bedaxewe legeł şê’rî řwangeda hîç aşna nîm herçende gelê le şê’rî lawekan lem babetewe zor cwan û pesende.
le kotayîda zor supasî kak miḧemmed qifganKes ekem ke yarîdey dam bo çapkirdinî em dîwane ke tenha birîtî ye le hełbijardey şê’rî diłdarî. şê’rekanî tir ke komełayetî û wiłatperwerî û çend şîn nameyeke eger yezdan yarîdem bida le dwařoj bo çapkirdinyan ewa mayey şadîyh.