guł û xunçe

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  1313 Dîtin
guł û xunçey beharanîş le to neşmîletir nabê
nemamî ’er’erî korpeş le to xincîletir nabê
le ’alema le to çatir, le to meḧbub û şîrîntir
eger de’waçyek mabê diro naka desa ba bê
desa ba bên be sef yekser hemû çawmest û guł řumet
bizanîn çon ebê meḧbub ewî wa lafî lêdabê
diroye to le însan bî eme ’eqiłim qibuł naka
perîş ḧedî nîye wabê ebed ḧorîş be to nabê
kewabû to le şu’ley nurî pakî sun’î yezdanî
ebê cêgay eslîşt ’etarîd ya sureyya bê
bitî to, etperistim min, ’îbadet bo kesêk nakem
eger çî agirî cumley cehennem bom le kara bê
ewa sûtam giřim têberbû gyane bimgerî tuxwa
be maçî to nebê wełłah birînî min dewa nabê
be lence û naz û ẍemze û ’îşwey řeftar û guftarit
hezaran fîtneha naḧeq nîye ger bêt û berpa bê
be lamana ke nayey bakî qehrî xwat nîye załim
zemane herweha nabê heta çend sałî ba wa bê