çend wişeyekî pêwîst

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 2 minutes  545 views

ew bira û xuşkaney ke em dîwanî şê’reyan deskewt eyanewê xawenekey binasin heta bizanin kêye û çîye û çî le baraye û aya çi nirx û twanayekî heye le cîhanî şê’ir û edebda. înca ewa zor be kurtî xom bem bira û xuşkane enasênim.

nawim ’elî kuřî ’arf aẍay kuřî ’ezîz aẍa. le binemałey aẍa teham. le sałî 1910 hatumete dinyawe. xwêndinim heta qutabxaney nawendî «mitustihArabic» tewaw kird. leber kem destî bawkim nemtiwanî biçme beẍda bo tewaw kirdinî «tiḧsîlîArabic» sanewî û kilîhArabic. le sałî 1934 da kiram be nûser le dadgay suleymanîLocation. le sałî 1958 da leber hendê hoy xêzanî û siḧîArabic teqawît kiram.

her le minałyewe ḧezim le şê’ir xwêndinewe ekird. bawkim komełe şê’rêkî zorî «nalîPerson û kurdîPerson û salimPerson û şêx řezaPerson û wefayîPerson û xestePerson» we gelê şa’îrî tirî nusîbowe. mutalay ew şê’ranem ekird, we eme zor car hestî ecułanim û pałî pêwe enam ke şê’ir dabnêm.

ew şê’raney ke nîşanî mamim «eḧmedî ’ezîz aẍa» eda pê ekenî û gałtey pê ekirdim bełam min kołim neda heta řojêk parçe şê’rêkî xomim bird bo mamostam zîwer, xwêndyewe û witî ’elî em şê’re zor cwane umêdim heye ke seretay pê geyştin û serkewtinit bê le dinyay edeba.

şê’rekanim leser şêwey kilasîkîh. le seretay lawîmewe zor diłbend «mi’icbArabic» bûm be nalî û kurdî û salim û şikirî û şêx řeza û zêwerPerson û bê kesPerson û ḧemdîPerson û be şa’îre lawekanî wekû herdîPerson û diłdarPerson û hêminPerson û kameranPerson û exolPerson. bedaxewe legeł şê’rî řwangeda hîç aşna nîm herçende gelê le şê’rî lawekan lem babetewe zor cwan û pesende.

le kotayîda zor supasî kak miḧemmed qifganPerson ekem ke yarîdey dam bo çapkirdinî em dîwane ke tenha birîtî ye le hełbijardey şê’rî diłdarî. şê’rekanî tir ke komełayetî û wiłatperwerî û çend şîn nameyeke eger yezdan yarîdem bida le dwařoj bo çapkirdinyan ewa mayey şadîyh.