pêşkeş

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  775 Dîtin
wêneyekî xom be yadgar dawe be «mistefa selmasîKes» le mosko emem le piştekey nûsîwe:
bo bîrewerî řojêk le řojan
kake em wênem ba lat bimênê
minî hejar û derbeder û wêł
her řoj le cêyek, herdem le şwênê
kê zanî le kwê şirit û gum debim
çuzanim gerdûn çim beser dênê
min awadebim le perdey xaka
ne dost ne awał ne xemřewênê
wêney hejarîm bibê bo dwařoj
ew le cyatîy min kurdan bidwênê
zołe ew kesey le řêy azadî
eger pêwîst bû xoy bo nemrênê