awatexwazî

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  734 Dîtin
wêneyekî xom be yadgar dawe be şa’reyekî řûs emem le piştekey nûsîwe:
«nîna» depirsin kêye le gełta
biłê hejarî kurdî hejare
leser nîştiman bê nîştimane
le řêy wiłata wêłe û aware
jyanî cwanîy çû, negeyî be dił
be dûy dermana dił birîndare
sirewtî nîye le swêy kurdistan
cerg sûtawe û dem be haware
çawî le yarîy sovêtistane
her ew bo kurdî bêçare çare
zor be awate řojêk bibînê
kurd û kurdistan aza û řizgare