like zeytûn

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  726 Dîtin
xiroşof serekî řûsyaCih çû bo emrîkaCih û le cêgeyek benawî «kemp dêvîd» çawî beserek komarî emrîka kewt. zor kes humêdî zorî be aştîyekî hemwanî peyda kirdibû, bew hoyewe minîş emem nûsîwwe:
le hezaran û hezaran sała
řenicber mabû le jînî tała
xistibûyanîne kot û zincîr
kahin û xan û qeřał û beg û pîr
yek kuřî xwa bû, yekê ferxey mang
yek beheştî le desa bû şeşdang
be diro xêwî cinoke û estêr
demî wan bibuwe terazûy şeř û xêr
parî wan goşt û beşî meş kuştin
ew miřî mey, leme xwênaw řiştin
leme çewsan û lewan xobwardin
bo me birsyayetî, bo wan xwardin
le kem û zorî cîhan bê beş bûyn
be tenê xawenî çarey řeş bûyn
***
ta le piř nemrî bilîmet lînînKes
destî da şořşî gewrey xwênîn
mêjû werçerxê belay kargeda
dem le pûş bûn tewezel, dem be hera
wergeřa bawî kiřûsînî hejar
kewte ber lîngî nedar tancî tezar
destî da koşiş û kar em çîne
karî be kwê geyîwe bî bîne!
kem le nêw çerxe eme řûy dawe
serî dinya leserî suř mawe
xakî xoy kirde beheştî řengîn
win buwe nawî peşêw û xemgîn
peytî ew bacî le řojê estand
miştî asnînî serî mangî şikand
beynî estêre depêwin bist bist
herçî berzayîye dekirên pê xust
mang çîye! êstigeye û cêy dêłn
marsî xway şeř zewîye û deykêłn
***
emeye hêzî kimonîzmî mezin
koledar lêy weřezin, pêy detezin
hêz ewende zor û be hêz nanazin
bese şanazî ke aştîxwazin
nayełn ceng le cîhan berpa bê
çek firoş çî le diła bê nabê
like zeytûnî kirêkarî řeşîd
fênkîy xistote heway kemp dêvîd
***
mujde bê bo gelî hêşta bê beş
tîşkî lînîn deřewênê şewî řeş
řojî meş derdê le naw hewr û tema
bawî faşîstîy û gel xorî nema
kurd degeł fars û turk û ’ereba
serbexo debin û bira û pişt û teba
yadî oktober û be zordar westan
cêjne degrîn le çyay kurdistan