be nawî «ebulwefay kurdî» yewe witûyetî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  496 Dîtin
be şerabî keremî xwawe weha mexmûrim
ke ser’azad le sewdayî beheşt û ḧûrim
mest eger ne’re dekêşê, le meye, nek hî xoy
mestî sewdam û çe derbestî meyî engûrim
ahî min agire bo ’erşî xwa serdekewê
çîme lewey bałî firîşte desûtê, meẍrûrim
řoj û şew bo mine, min boy degeřêm sergerdan
eme siřřêke le lame, keçî min lêy dûrim
řoḧulqudusim, be kemendî «bişirErebî» ê kewtûme daw
wekû řojim ke le ’eşqa be sûtaw meşhûrim
emewê perdeyî ser ladem bimnasin kêm
ax etirsim ke bisûtênê xelayq tûrim
dił le «tûr»y bedena wîstî be nałey «ernîErebî»
wekû mûsa be temannay nebû destûrim
ew deme badeyî weḧdet geyye firyadî min
serxoşêkim ke ne mûsam û ne kêwî tûrim
çûme naw dêřî «fena» lafî «ena aliḧqErebî» lê bidem
’eşqî ḧeq camî lîqay damê bewe mensûrim
wateyekî le lîqay sîřřî tecellî derxem
têdegey çone leser lewḧî qedem mestûrim
min ke çawêkim be awêney diłma gêřa
hate pêş çawim ke hem nazir û hem menzûrim