hendêk le nałey kon

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  531 Dîtin
xwaye zîndegî bide be diłim
hênde diłmirdûm bo xom xeciłim
min xom nazanim daway çît lê bikem
her ewem ewê řêy lay to derkem
şêtî wa heye şeq eweşênê
’aşiqe û şêwey şêtî enwênê
min dêwaney tom be taqî tenya
wa şeq heł’edem le herdû dinya
ew řojey giłî leşt dařiştim
tozêk le liqay xotit tê xistim
wa bew mayeye geyştime meram
tenha tom ewê dinya peşme lam
ewey be małî dinya bayîye
çawî le genc û padşayîye
pîşey hełkirdî min gedayîye
meylî to bo min şadî û şayîye
ezanim minit bo xot dirust kird
hewł û ḧesûdît le diłim labird
to bot danabûm min beşî xom bird
kewabû hîçman zyanman nekird
xot le qur’anda awehat fermû
«rizî alilh û rizwa ’inhErebî»