mangî řojû
Li pirtûka:
            Dîwanî Pîremêrd
        Berhema:
                Pîremêrd (1867-1950)
        
             1 Xulek
             1450 Dîtin
        
        
    mangî řojuwe be çiley hawîn
agirî cehennem pêy ebê be tîn
ewî be řojû ebûrêtewe
dergay beheştî bo ekirêtewe
lêwî řojwewan ke bełẍ egrê
perdey qapî xway bo la’ebrê
ke dest û dem û zimanit parast
ewsa etwanî biłêy řojwew řast
xot birsî bît û hejarit têr kird
ewsa bizane îmanit derbird
řojû peyřewî řêy yezdanîye
wek nwêj û řojû řyay tya nîye