dîsan «nałey pîran»

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  537 Dîtin
xwaye fermûte xot le qur’ana
le peristişî cin û însana
xelqî cin û îns bo ’îbadete
peristinî to řêy se’adete
ḧedîsî qudsîş herdû yek basin
kenzî penhan bûm wîstim bimnasin
ew bo ’îbadet, em bo nasîne
em dû ayete bo yek ayîne
«xilqite aliḧq likî e’irfuErebî»
bo kê dest eda herwa zû be zû
sa meger řiştey hîdayetî to
bo ew řayełe bêt be tan û po
egîna bê to, ew řêy řeḧmete
nuqtey dête ser dyare zeḧmete
tuxwa ba řeḧmet nebêt be zeḧmet
«nebîKes» t be řeḧmet narduwe bo ummet
dyare muḧtacî do’ay ’ebdit nît
eger netnasin to derbestî çît?
ezanim boçî wa lutif enwênî
destinwêjî xotin nayanişkênî
dyare aw xelqî perwerdigare
sin’etêkî way lêwe dyare
ew darey ke xoy hênabêtye ber
nuqumî naka eyxate ser ser
dîsan fermûte ke perwerdigar
zor le lay xoşe ’efwî gunahkar
bizane zewqî ’efwî min çende
gunahkar ebê be ’ebdî bende
xo min nawêrim eme bênme dî
egîna minîş ’efwî tom edî
bełam ewîşe basêkî cwêye
ew pyawey lewe bigat le kwêye?
min lemanem çî pîrêjnane
netnasim naçme ser gwêsewane
xoşguzeranî be diłxoşîye
ałandine dinya feramoşîye
dinya dawêke kewtûyne nawî
dînman exeyne beha û pênawî
ḧedîse: dinya û dîn yek nagirin
her layey dawêk le yek da’ebiřn