dîsan munacat «nałey pîrî pîran»

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  599 Dîtin
xwaye ewaney ke bê baweřn
hîçyan nedîwe wa hełeweřn
egîna seyrî baẍêkî guł ken
temaşeyekî be ’eqił û dił ken
ew řenge cwaney peřey «hercayînawî gułe»
be zeřebînî tîşkî bînayî
lêy wird bînewe ke ew sen’ete
kê dełê zadey xûy tebî’ete?
gełay «gułpesendnawî gułe» kam meqest biřî?
«perde ’irusînawî gułe» kê perdey diřî?
kê hat «lawlaw» y be dara ałan?
kam dest gerdinî «wenewşe» y şikan?
emane neysa biłêyn bê gyanin
madeyek řûy da zorkes eyzanin
aẍay şîwekeł yekêkyan tya bû
ke aẍal aẍay qadir’aẍay naw bû
pêy birîndar bû lêy kird be xore
ehatne serî ḧekîm be nore
řojêk «mewlewî» ḧekîmî bane
pêy wit řeḧimit bê bem minałane
em derde pîse etenêtewe
pyaw ebê lêyan dûr kewêtewe
aẍa le dûr dê çuwe bin darêk
řakşa û řwanî boy kişa marêk
emîş bêzar bû çawî lê qûçan
ta hate serpêy xoy hîç necûłan
herçend xełk û xwa le dûr peyda bû
ta ewan hatin mar pêwey dabû
pêy çak buwewe wek doxî cardî
xo nałên emeş tebî’et nardî?
berde zilekey naw awî dûkan
ke bo endazey aw buwe be nîşan
şare mêrûley le nawda ejî
ewîş tebî’et hênawyete dî?
em asmane ke bê sitûne
bo kirdewey to bû be nimûne
çerxî makîney em řoj û şewe
bê hełm û benzîn esûřêtewe
çewrî pê nawê hîç jeng nagrê
lêk hełnaweşê destî tê nabrê
aş bê aş westa nanrêtewe
gacût bê cûtyar nageřêtewe