dîsan nałey pîrî pîran

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  571 Dîtin
xwaye min zor car dême ser ewe
ewey eybînim pêy biłêm xewe
hemû kirdewey to ’edalete
hemû dewrêkîş załim alete!
ta yekêk nedey be kuşt bewî tir
kes kursî cahî bo nabê îtir
ta leqe nedat be dara yekê
tû bo ewaney jêr dar natekê
be dîmen eme ’edalet nîye
bełam be me’na keç dîdenîye
ême tênageyn le esrarî ẍeyb
her xot eyzanî ḧakmî bê ’eyb
ẍeyrî to ḧakim kêye daym bê
ta ebed le şwên xoyda qaym bê?
hemû ḧakmêk tab’î emirin
ya ’ezil dekirên ya hemû demirin
kes le to naka û, to le kes nakey
ew xudawende gewre û bê bakey
ezelîyetit seretay nîye
ebedîyetit muntehay nîye
şwên ezel kewtîn her serberewjûr
gerdî řêgeşman ne’edî le nûr
geřaynewe ser ebed serewxiwar
le řêda gûm bwîn kewtîne hawar
dad le dest siřî ’îlmî îbtida
bêdad le řiştey tûlî munteha
kewabû ême řexney çî bigrîn
ême nazanîn xoman key emrîn
ke zîndegîman be emrî to bê
pîşeman boçî her çił û ço bê
lutif derbarey xirap binwênî
małî hejarî pê biřûxênî
eger bêt kesêk biłê: çî dekey?
be załim dełêy: têyhełde sa dey
mał, małî xote û bende, bendey xot
çî dekey bîke xo wa lwawe bot
«la yis’elErebî» buwe be qifłî demman
hełdekeyn legeł şi’urî kemman
pîrêjin ełêt: xwa xetapoşe
herçî lay xwawe bê pêman xoşe