nałey pîrî pîran

munacat - nîsanî sałî 1937
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  724 Dîtin
ey bexşayndey xawenî ’eta
ey xudawendî poşîdey xeta
ey bê nyazî tewaw nenasraw
ey tenha nawdar, hezar û yek naw
ey desełatdar, dest nagate to
ey perwerdigar, hanay gişt be to
neş’eyek bide be gyanî mirdûm
řûnakî çawî hewa kwêr kirdûm
xwaye nazanim çîm le to bwê?
herçîm edeytê min ewem ewê
perwerdigara ’uzirim pesind ke
le řastî gunah ciłewm tund ke
hemû ’umrî xom, xom dam be bada
hêştaku şeytan yexem ber nada
bûn û nebûnim lela yeksan ke
le wextî ẍemda şadîm asan ke
xwaye etirsim le gunahî xom
destim řakêşe destewsanî tom
xwaye xumarî tom wa leserda
şî’rî supasî tom wa leberda
ser û zimanim be fikir û sibat
herwa bêłewe heta dême lat
nengî dinyayî le lay min xoşe
be nengî lay xot min damepoşe
serim be sewday ’eşqî to gêje
xakî řû zerdîm pyada mebêje
xoşewîstîy tom hełbijard bo xom
lerêy řezata herwa beła com
gemêyekî «nuḧ» biřexsêne bom
le gêj serkewm nekewme bin gom
perwerdigara herçît hełbijard
xermanî hestî ewet da be bad
bewe muflisin xełk ke nyane
min be bûnî zor małim wêrane
feziłit wek lêşaw, şukirit bê payan
ẍeyrî to kesim nîye le cîhan
xwaye ew kesey ke to enasê
kesî tir nakřê be lete dasê
meylî to wabê biçme cehenem
beheştim nawê be řeza bendem
xwaye danam ke, nek danay bedḧał
bînayîm berê pêy nekewme çał