goranî «gileyî le kes nakem»

leser awazî goranî «kidirim war qere gwîzlir»
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  827 Dîtin
gileyî le kes nakem
bo bextî xom egrîm
diłî xom bo to hanî
załim qedirit nezanî
da’im diłim eşkênî
řojêk ebê nambînî
çawkał le to torawim
diłim tenge û giryawim
be ahim giriftar bî
lay ’eşqim şermezar bî
hêndet lê pařamewe
řût nekird be lamewe
şerit bê řojêkim mabê
neyełim diłimit la bê
dêy degeřêyt le şwênim
ewsaye min natbînim