wirde zîw

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  513 Dîtin
naznazî nazî çawî şabazî
gerdinî qazî be gerdinî qazî
didan be lêw bay şekirî nawçayî
maçî gyan bayî gułî hercayî
kułmî guł mîna, gerdinî mîna
leser zemîna le yekemîna
giř le sînema, bû be sînema
cerg û sî nema, basî sî nema
singî zîwî qał, behê û çawî kał
min ke nîme mał bom nabê be mał
şew be xew hî min, be xew her hêmin
bêxêw mawim min, xew bû be dujmin
diłim pîr nabê, minałe û jîr nabê
bom esîr nabê, be bend gîr nabê
min ger be xeyał çaw lêk nêm derḧał
şîrîn xet û xał, ḧazre le mał