qafyeş giran bû!!

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  504 Dîtin
seyrankeran beharan
ke deçne ber binaran
be çopî poyledaran
’umir degêřne dwawe
***
tîpî kiçan lew deşte
wêney ḧorî beheşte
pêy pyaw eben le xişte
ser le řêbwar şêwawe
***
ew erxewane cwane
ke le girdî seywane
be řîze ew kiçane
wek qumrî dewryan dawe
***
ew karêzey lew sere
ke cê řawgey dulbere
ew awey wek kewsere
kilêke, nûrî çawe
***
bo em xełke wek diłsoz
giřim tê berbuwe be soz
nawim na agirî newroz
em îrse bo min mawe
***
beheştî cawdanî
hîç kes neydî û neyzanî
beheştî silêmanî
aşkira le pêş çawe
***
kirdye řehêłe û baran
dwayî hełîpřûkan
hem pêkenîn, hem giryan
her le asman řûydawe
***
em kurdîyey řewane
ke asan û girane
pêẍemberî zibane
boye wa kewte dwawe