hay le «beyan» da

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  653 Dîtin
pîremêrd le katî xoya em hełbestey xwarewey be nawî «bêsaranîKes» yewe biław kirdotewe. le řastîda hełbesteke hî bêsaranîye û pîremêrd be deskarîyewe le şêwey hewramîyewe gořîwyetye ser şêwey silêmanî, bełam deskaryekî tewaw û westayaney kirduwe ke meger her xoy ew desełatî gořîn û destikarîyey buwe.
hay le «beyan»da, hay le beyanda
hay ew beyaney dîm le beyanda
xałêk le mabeyn cûtey beyanda
estêrey beyan le twêy beyanda
dû mar be ḧełqe dewrî beyan da
ta řêy bey nebê diz le beyanda
kê twanî eme şerḧ û beyan da
řeşe êware le dem beyanda
marî lay beyan boye nîhan da
herkes desberê, marî lê han da
emewê le xwa mergim nîşan da
ser le beyanda, ser le beyanda