pîremêrd xoy derxist
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
3 Xulek
847 Dîtin
derdî girane tûşî newey nexwêndewar ebê
mêrdezmeye ke swarî kuřanî bekar ebê
berzî xeyałe ke hełî’ebřêt bo kemendî bend
zîhnî teř û cwane ke be şî’ir îxtyar ebê
swarî «simnidir» sim le hewadaye le me’nîya
nazanê ke kewte xwarewe, ẍemxiware xwar ebê
ahengî wezin û qafyeye be şew le kelleya
tarî diroye be «eḧsin ekizbErebî» eş’ar ebê
de’yey demaẍî nayełê kasbyek bika bo xoy
be şew xoy pyadeye keçî xewî lê swar ebê
dête emey ke binûsêt, lepiř şî’rî dê be taw
neynûsêt bîrî namênê řencî be xesar ebê
tarîke jûr, çiray nîye, boy dête der bo ḧewşe
ger mangîş nemabêt, estêrey şewqî dyar ebê
bew řenge wa girîman qesîdeke tewaw kira
kes nabê ke boy bixiwênêtewe bê qerar ebê
carêkyan le estemuł le şewa taze şa’îrêk
şî’rêk ełêt le xoşî ew şî’re geşkedar ebê
çî bikat? eçête berderga û begçîyek tê’epeřê
bangî ekat bo xwêndinewey, ewsa şî’rî swar ebê
bem řenge fêrî şa’îrî bûn û sehle dway eme
sed qortî wa heye ke guzeran jarî mar ebê
çawî řwa ke beşku nanî le «dûnan» destikewê
ger řoḧî bwaye medḧî diro şermezar ebê
kewtûyne dewreyekewe ke be hezar bezim û nezim
baweř meke keremker ke be dest îxtyar ebê
hecwîş ekey, pełêke ke eyhawye naw cogele
dawênî hecwekeşt be pirîşk lekedar ebê
min em qisanem bo edebî mîlletekem ekem
ke awêneyeke zor kesî way tya dyar ebê
şî’irim heye ke bange le naw kûlekey teřa
bûkim heye wekû mange; bełam cêy ḧesar ebê
zorî nemawe kuřgelî kurd bêne naw kayewe
ewsaye şexsî şexsî xoy bexoy sengesar ebê
encar řewacî şî’ir û edeb wextî dête biřew
ew sin’ete nefîse her hemîşe behar ebê
nezmî celîle ke mu’cizey «xatim alnّbîErebî» ye
şî’rîş beşêke le ḧîkmet, wek dîn payedar ebê
hatim be qafye û be qisey qoř û leng û dirêj
nûsîm newek biłên ke tełakem kem’eyar ebê
xozge ewaney wa be fesał û be fîşał edûn
lew tîreye debûn ke tîr û kewanyan dyar ebê