bo kentiwî baramî tyatroçî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  509 Dîtin
řawestin pêtan biłêm, em dinyaye çilone
êsta kiçan têr naxon be dirawî pyawî kone
ay aman aman sûtam, xoşe wek nuqłî badam
řegî řoḧyan derkêşam, lîrekanyan derhênam
cadey taze tey eken, îskarpîn lepê eken
kirdûyane be mode, be qise xoyan şil eken
mîratî zorim bo ma, kiçan lêmyan derhêna
leřêy sewday kiçana derpêm le pêda nema
hemûş pêm pê ekenin
ay aman aman sûtam! şîrînin wekû badam
řegî řoḧyan derkêşam lîrekanyan derhênam!