be nawî «gurgederî» ewe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  529 Dîtin
dił beperoşe, dił beperoşe
xeberêkim bîst dił beperoşe
ewendey mergî xom la naxoşe
zibanim lenge, kellem bê hoşe
***
bîstim egrîcey lûlit biřawe
hêlaney diłan yekser şêwawe
hey řo ew penge kê be toy dawe?
kê destî çuwe ew zułfe xawe?
***
her le ewełî dinya ta emřo
şa beytî şî’re şî’rî semen bo
îsta şî’ir û ’eşq kewtûne řořo
bo ew egrîce û zułfe cwaney to
***
dek yaxwa ewey pirçî biřîwî
destî qełem ken be qemey lêwî
derdêkî gatê le kes nedîwî
minałekanî bikewne hetîwî
***
caran eyanut: wawalêkirawe
leser lêqewman pirçî biřawe
êsta lebatî ew bend û bawe
bebê şûreyî piriçbiřîn bawe
***
em şî’rem exwênd çend sał lemewber
şane tay zułifit derkêşête der
qamîş exeme pencey şaneger
bûy be karî qut hey xakim beser