poker û coker
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
923 Dîtin
poker ke! coker le hemû şwênê
xerc û bacî xoy be zor esênê
wamzanî eme taze le nawe
nemzanî sedsał lemewpêş bawe
«salim» lemew pêş basî kirduwe
ew be gencefe nawî birduwe
sê as û dûşay danawe be fûl
kiçîş «bî bî» ye, kuř lotî bê pûl
ewsaye coker danehatbû
wadyare pyawî ewsa yekřû bû
êste ke coker le jûr hemwane
dyare dûřûyî modey zemane
coker nawî xoy be xoyeweye
to herçît bwê bo to eweye
eger wêrgulî bikewête naw
alîk û çwarpêyek exate naw
ay poker řêstit çend leser bêjra
ay muntikarlo çend kest tya kujra