lewsawe ke şarî silêmanî dirust kira

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  605 Dîtin
lewsawe ke şarî silêmanî dirust kira
kuştarî ême bû be şeřî dû bira
sałêk be tûrekane be mał û minałewe
ejyayn beřîze, řîzkerî kewş bûyn le małewe
dîwarbiřêk be dizîyewe geskî le mał edayn
şew xencerêk be dizîyewe bawkî le çał enayn
sermayey tucarêkî pêşû me’aşêkî êste bû
tirsêkî way bû kê xewî êstay le çaw eçû?
emin û asayş û nî’met û seyranî êsteke
tuxwa be naşukirî meybiře û sipłeyî meke
ba wekû ewaney jûrû nexnikêyn be darewe
ba danehênrêyn be teřî be popey mişarewe
qeywan û qutre û kunemasî le dest nedeyn
dwayî be cirit û firtewe hana bo kê ebeyn