karwan

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  690 Dîtin
caran de řoj be heçeheçe û bareberîyewe
be germa û sebûn û lêzmey baran û teřîyewe
tirsî teřîde, pêşkeşî swar, şewfiřênî diz
destyawî barî kewtû le cêgay xilîsk û xiz
erkî gizîr û xanebgîr û moryanî nwên
bołey kebanû, kifrî qetarçî, pilar û cwên
çing sûtekey be aw û keřûy nordiwe nanî kon
cûte û leqey naw tewîle û haławî ters û bon
agirî tepałe, luksî gizgil, gevênî seg
destewyexey qetarçî leser kaw şeřekutek
sîxurmey qetarçî bo hełsan û peley
loqe û tirîskey êstir û bazdanî cogeley
lasengî bar bidere ber parsengî xwaryekey
xo witî pêt le xirtike çû, lew deşte çî ekey?
êcgar ke afretit leteka bû be tirsewe
her swarêk derkewê ełêy ay cerdeye ewe
bac û pîtakî zengene, gîr û giriftî caf
herçîş ke hate řê hemewend birdî saf le saf
bem kwêrewerye û kulemergîye, be çiłkewe
sê benge wergeřa û be ser û řîşî kułkewe
emca deçûyte şarewe, naw małî «’asme»
bêt û binûsrêt nabîte xwêy çêşt eme keme
êsta swarî utumubêl be, be sê se’at
etbateser şemendefer destubird ke hat
swar be binû, beyanî le xew heste zû be zû
beẍdaye hat be pîrtewe deybînî řû be řû
caran eyanut: ewe «welî» ye teyyî erz eka
pêçanewey zewî nîye, ’îlme karî berz eka
înca ke hat biruske xiraye telêkewe
hênraye xanuwewe le çiray her pelêkewe
zortir le mangeşew der û jûr řûnak kirayewe
tarîkî laçû têgeyînî ême mayewe
carê ebê bizanîn emane le kwêwe hat
çî çaktire lemane bo berzîy wiłat
le lay min xwêndewarîye, ah xwêndewarîye
her mîlletêk ke ’îlmî nebê derdî karîye
ax xwêndinîş wekû min arezûy ekem
bîbînim û nebête girêy qursî kifnekem