seyrî kurd biken çon jyawe û çon ejî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  635 Dîtin
bîstûme kewa afretêk leser pêpîlkey ban
gayekî girte baweş û serkewt bebê wiçan
dyare ke jin ewende hêzî nabê, çon ebê
hêndey ke gayek hełgirê, key hełmetî ebê?
ew gaye gwêlkêk bû le pêşda ke hełyegirt
xoy řoj be řoj be birdin û hênanî fêr ekird
heta gwêlk zil bwaye jine hêzî zor ebû
řahatne be kurdî, be bunay «siport» ebû
pêşînanî ême be beharan eçûne deşt
gewre û biçûk be carêk lewê komełî ebest
layek be kewşek û şeřetop, layek wirdekan
aşebetengurê, buẍçe be gerdanî, pişt lêdan
hêcgar kiławfiřên kuřî zor gurcî pê dewê
nabê bigîrê ba şeş û ḧewtîşî şwên kewê
herçî kewa leser qelemirdarê nan exwa
nabê bêłê topeke berz bêtewe bo ḧewa
eygirêtewe xirape, ewan dêne kayewe
çwar nane ew kesey ke bewestayî mayewe
tenha be babî babî bo kersiwar swar ebû
êsta ke kersiwarîye, swar řoyî, bawî beserçû
ew bazd û hełbezîn û řakirdinî xwar û jûr
nawcergî pak ekirdewe wek awêney bilûr
her kewşî sûr bû, qondere çon kurd lepêy eka
ew singe řût û saẍe le kwê mawe êsteke
ew pyawî bem hîwaye ke bem řenge hełdekewt
nawî le naw qełemřewî turkana serdekewt
êsteş ewaneye ke le ’îraqda denasrê
dyare îtir qet be paşerok sewî piř nakirê
îdmanî êste hatote ser bezmî xwardinewe
herçî ke zorî xwardewe baş pałewan ewe
pêkêkî zyadî kird be sera ewsa cêbecê
hoş û demar û parey becarêk lekîs eçê
ew cêge yarîye xoşe ke çîmen bû serbeser
êste le şuşe şoseye ger pya’ekey guzer
daykî weten ełê: ke esîrî zemane bim
be kirdewey bed be umêdî çî emane bim?