be nawî «kwêxařemezanî wirmizyarî»

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  459 Dîtin
kotre barîke, kotre barîke
hoy hoy çîte bem şewe tarîke
boç tuş wek ême lanet şêwawe?
řêgay jyanit lê bestirawe?
wa bêçuwekanit girtote serbał
le tirsî řawker efřît yałewyał
min qełay şadîm dewrî gîrawe
dergay jyanim lê hełçinrawe
le dest řemezan hełhatim be taw
witim wa cejnî ’alem dête naw
legeł awełan têr piław exom
têr kesukarim ebînim bo xom
keçî le keçî bext û êqbałim
neḧesamewe hawar be małim
êstaş hîway min tenha be xwaye
ayete: ’usir, yusrî le dwaye
min le pakî xom hênde emînim
le xoma sûç û gunah nabînim
dar û felaqey bawkim laxoşe
bełam ẍerezkar boç lêm becoşe
bo serdarî xełk min eçme ser dar
kursî û pet bo min, kursî bo serdar
bawkim mindałî bê’arî debê
bêzarî nabê azarî debê
minał zînetî małî bawke
bo řêy lêqewman wek çirawke
be fîtney bedkar lêk nabînewe
kewtîne tengane aşt ebînewe