be nawî «xak û xołî» yewe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  546 Dîtin
le berdî twanc hênd serim suř ma
berd bû be kulaney serma le serma
le felek diłim le xoy namênê
ke keçî legeł minda enwênê
serî xurşîdî bûkî biřîwe
be paşkoy xoyda hełîwasîwe
pêm ełên poker meke ḧerame
ewey ḧełał bê lem şare kame?!
kîloyek şekir lecêy yek tene
ewî herzan bê lafî wetene
serdemêk baw bû nîştimanperist
êsta biřiştî biřawe be řist
daxî daxdarîm nawe le destim
ke witbêtim wetenperistim
be řêkewt herçî boy řêkewt řojê
wek de’ba pencey daykî ekirojê
pêstî řûmetyan hênde estûre
teřî û terîqî zor lewan dûre
saxwaye besye em tenganeye
keyf û qirp û çirp bo bêganeye