feryadî pîremêrd

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  553 Dîtin
ełên firmîskî hewr barane
gwaye giryanî şînî yarane
kwa? eger hewr wa bigryaye
eşya baranî hîç newestaye
çunke çwar sałe em serzemîne
têkřa be xwênî kujraw řengîne
ême ke xoman yektir bikujîn
hewr û asman boç boman bigrîn
em qiřeqře û qiřî însane
řastit pê biłêm fîtî şeytane
xwastî xwayye ebê bête cê
bo ewey zemîn be fesad neçê