feził û huner

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  640 Dîtin
feził û huner le naw tem û ẍemda dyar ebê
şewqî çira legeł şewî tara bekar ebê
pûşînî řeş be dewrî serî qîblema geřa
bextî řeşim le qînî ewe daẍdar ebê
mîḧrab le řastî taqî biroy ew çemayewe
piştî şikaw û kom be dîwar îstiwar ebê
çawim le dane nebuwe be daney ezel qesem
bo pêm be dawî dane giriftar û xwar ebê?
mîwe ke kał û řeq bê liqî berze textigay
derdî tekamule wa ke geyî xesar ebê
mang ta hemû şewê hełbê, bê qedre lay ’ewam
ke kewte penawe boy egeřên ta dyar ebê
nan lay xwa biřawetewe, řû le kes menê
herçî ke nanî minetî xward şermezar ebê