şerabî dûbare
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
2 Xulek
858 Dîtin
le katî xoya mamosta tofîq wehbî nameyekî narduwe bo pîremêrd lebarey qafyey şî’rewe betaybetî şî’rî kurdî. pîremêrdîş bem hełbestey xwarewe weramî dawetewe:
kê dełê kurdîy qafyey xoy nîye
ke emeyan dî ewe xoy nîye
aman çend xoşe tafî cwanî
xozge xwa bîda, cwanî û newciwanî
be herzekarîm ke bawkim saẍ bû
herzekerîman lela yasaẍ bû
řez û xanûman bû le gurgeder
gurganeşewêm ekird bê keder
hawînan koçman ekird bo ewê
řaman’espard: wiłaẍman ewê
wird û dirşityan ehatne şwênman
lew dyarewe dyar ebû şwênman
ekewtîne řê be řîze û qetar
be sozî şimşał, be beste û qetar
le serî goyje hełperkê û sema
seyryan ekirdîn firîştey sema
lew bendeneda çopî û destibendî
lew derbeneda be naw derbendî
lew berzîyeda awazey şayî
beriztir le tepił û awazey şayî
leber awayî tifeng eteqî
awayî diłî bedkar eteqî
sałêk îcarey kirdibû desdarê
desdar des bedar, xełk des berdarê
hatbûn zewî xełkyan exesan
newek řez xêwyan wek xêw exesan
bêwejnêk bû nawî perwer bû
çwar hetîwî bû, hetîwperwer bû
karî hatbuwe ser kirêkarî
destî bestirabû be girêy karî
mêrdî ew jine řezî naştibû
ta hatbuwe ber xoyan naştibû
řezêkî wêran le xwar awayî
řengî gełay zerd wek xor’awayî
řezxesênêkî lay xoy danabû
çwarbar deyekî leser dana bû
perweryan hêna be pel řakêşan
nîwḧuqe tirêy nebû be kêşan
zordar gałî da zorî têhełła
be naçar kirdye giryan û hełła
řaykird xoy xiste qisnî xergeřeş
zordar desbecê kewte řojî řeş
tîrî penhanî cergî biřîbû
bo ewe dinya lepiř berî bû
xwa way lêkirdin wa ew neweye
hênd kiz û matin ne deng, ne weye
cewrî sitemkar ahî le dwaye
zor dewrî dwayî karî le dwaye