be nawî «qeretuẍanî» yewe

le şubatî sałî 1941da witûyetî
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  474 Dîtin
sya bazêk bûm, sya bazêk bûm
le ewcî gerdûn tîjperwazêk bûm
le destî mîran aramsazêk bûm
daym perwerdey qedir û nazêk bûm
be zerdexeney pîrêjin meẍrûr
***
katêk deçûyne řaw û şikaran
le kořey bałim kewî kosaran
elerzîn wekû bîy coybaran
xoyan exsite penay nizaran
kune mişkêkyan lê ebû be jûr
***
be dengî dilêr ke têm’exuřîn
layan nedema hêzî hełfiřîn
emxistine jêr xom nûzem ebřîn
be çingałî qîn hełmi’edřîn
diřindeyek bûm le pyawetî dûr
***
řojêk hełmetim ebirde ser kew
le piř şimqarêk hat be tekudew
pelamarî dam lêm kewte hewhew
řojî řûnakî lê kirdim be şew
xistimye xwarewe be linge û tilûr
***
qeretuẍanî emet le bîr bê
em pendet lela wek pendî pîr bê
xwênřêjîy naka ew kesey jîr bê
zor le kes meke herçend esîr bê
cezay kirdey bed nakewête dûr