be nawî «kunemasî» yewe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  474 Dîtin
min masyekim le netewey nûn
yuns pêẍember bew bû be «zalnunErebî»
dapîrem çendêk le naw sîneda
parêzgarî kird wenewzî neda
be «la alh alّa anitErebî» ewe
qehrî îzedî lê dûr kewtewe
ke hate derê û bû be pêẍember
îtir le êmey nepirsî xeber
lewsawe lêman bûn be teřîde
emanxon ełên«liḧmaً tirîhErebî»
le naw taweda ebîn be kebab
bo keyf emanken be mezey şerab
nałên emaneş řoḧ leberêkin
nêr û mê legeł yek hawserêkin
boçî nazanin ke řoḧ şîrîne
le gyanełada ewan bibîne
ew pelepele ew waweylaye
hemûman řoḧe le bermanaye
însan eweye ke azarî xoy
bo kesêkî tir nimûne bê boy
ke be birînêk cergî xoy bêşê
be xořayî tîẍ le kes nekêşê
caran her be toř ekewtîne daw
êsta bombaman bo exene aw
ke bomba zirme le aw hełsênê
ser’aw ekewîn hoşman namênê
ênca ew keyfe û ew řake û were
’îzra’îl lewan beřeḧmitire
gořyan bê, êsta wa şeř qewmawe
bomba bo xoyan dirust kirawe
ême bê kêrdîn, bestezbanîn
nexwêndewarîn le fen nezanîn
ya xwa herwa bin ey be naw însan
netanperjête ser êmemanan