bangî beyan

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  686 Dîtin
pîr û uftade û řencûr û ẍembar
bê hîway jîn û jyan nałekar
le dest bêdadî şay deqyanûsî
te’rîxî mergî xomim enûsî
wek derwêşekey golî zirêbar
kewł û postî xom kêşabuwe kenar
merzî kurdistan tar û şewezeng
şarî xamoşan bêdeng, bê aheng
textî text bûbû baba erdełan
kelawey kawil peykuł berdełan
înca le qapî şay perwerdigar
ah û henasey pîran kewte kar
naga asoy şewq be şebeqî nûr
wek xwênî cwanan bû be taray sûr
seday seła û bang awazey şadî
ew şewey kirde řojî azadî