afret

le sałî 1945da be nawî «şêx ebulwefa» ewe biławî kirdotewe
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1201 Dîtin
be řoj zułf bênête ser řû, ełên: haware, řoj gîra!
be şew řûy derkewê, mijde eden: wa cejne mang gîra!
be şew nałey nexoş cêy řeḧme, min bê to binałênim
ełê laço, hełeweř, deng meke diz dête ser şwênim
witim: to derim ekey, pêy min be mûy egrîce bestirawe
witî: seyrî diroy ke! êste egrîce le kwê mawe?!
witî: bêłe binûm, bêyte xewm şayed tesellam bê
witî: lêm têr ebî bimbînî, ba her meyleket lam bê
witim: êwe wefakar nîn, keçî ’aşiq eşêwênin
witî: me’şûq diłyan sarde, bazař germye eyniwênin
witim: to wa biłê, êmeş be carêk la’edeyn lêtan
witî: ta miflisin herwan, meger mał bête ser řêtan
witim: řûyî cîhanim bê, be satê wesłî toy nadem
witî: kem desełatîye wa ḧełałxorî benî adem!