hey řo emřo řoy şîn û řo řome
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
2 Xulek
1054 Dîtin
em hełbestey xwarewey pîremêrd ew hełbesteye ke bewe kotayî be çîrokî mem û zîn ehênê ke le «eḧmedî xanî»yewe werîgirtuwe:
hey řo emřo řoy şîn û řo řome
ke mem řoyî řoy pejarey xome
em zułfe lûlem bo mem şane kird
dek felek kwêr bî bonêkî nekird
em xał û mîle min bo memim řişt
peymanim waye boy berme beheşt
lêwim danabû bo giftugoy mem
’ehde ta mirdin watey pê nekem
tuxwa mem! minit le kwê peyda kird?
gunahim çî bû minit şeyda kird?
herkes hawserê bo jyan egrê
minit boye wîst le berit mirê
hey xecałet bî çerxî piř sitem
hîç şerimit nekird le newciwanî mem
mem! le jêr xaka be mîwanit bim
be biramewe be qurbanit bim
naçarim bê to jyanim nabê
wa eybiřmewe her ebê wabê
le naw duxmeda dû cêga debê
zawa û bûkênî le xaka debê
ay mem! destî mem negeyşte to
wa nûkî xencer bû be sizay to
xencer bo diłe ger řastit dewê
ax memî tyaye nek berî kewê
ey sîne bigre xencer bo toye
herçî zor cwan bê her řenceřoye
be bergî xwênî şayî řengewe
be soz û nałey xoş ahengewe
ba dest le mil keyn mem yek carîye
ne řay bêgane ne bedkarîye
ax bo dengixoşêk le jûr serînman
be beytî kurdî bida tełqînman
biłê ax diłî diłxiwaz meşkênin
be zoremlî kiçan memrênin