be yadî kon

be nawî «şêx ebulwefa» ewe le sałî 1945da witûyetî
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  582 Dîtin
be řûya zułfî pexşan kirduwe leyl û neharêke
leşewda řojî penhan kirduwe şêwey ’uzarêke
be tîrêkî tîlayî çaw diłî let kird û bangî kird
eme bo toye em naze le diłta yadgarêke
do’axwazît ke kird, êskim be carê kewte nałenał
le naw ew nałeda bałûłî diłxoş ney swarêke
xeyałim wa bû şew bêyte xewm, çî bikem xewm naye
xetay giryan û sûçî dîdeyî şew zîndedarêke
eger bimtiwanyaye, nemdehêşt dił hênd binałênê
bełam çî lê dekey bê ’ar û şêt û kewtekarêke
le naw şarî diłana cař eden kê bê ke huşyar bê?
le hîç layek cwab naye, ’eceb xamoş şarêke!!