sozî pîremêrd

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1049 Dîtin
hawar têpeřî, hawar têpeřî
dûrî bałaket le ḧed têpeřî
pejaret hêzî le ejnom biřî
le hêlaney dił şewqî dił fiřî
firaqit ferqî kird be koy mefreq
dił be şewqî ẍem wek şebeq bû şeq
to cwê bûytewe û gyan cya buwewe
řojî řûnakim tarîk buwewe
tîrêkî wehat dawe le cergim
bêzarim le jîn lam xoşe mergim
tuxwa xot bîłê newnemamî no
mirdin xoştire yaxud dûrî to?
mirdin carêke û zû ebřêtewe
dûrît derdêke etenêtewe
řenge cestey min şûşey poła bê
hênd bîřencênin hêşta her ma bê
çerxî çepkirdar xistûmye sema
wek berdim dabê le şuşey sema
nayełê satêk bisrewm bo xom
eme sałêke min çaweřêy tom
ba şewêk le lat derdim hełřêjim
tamî şîrînî řazit biçêjim
enca bişmirim hîç bakim nabê
germegořme nan û kebabê
êsta le daxa hîçim pê naxurê
newsin çon bergey birsêtî egrê
dû şite řêgey řizgarî min bê
ya yar hî min bê, ya yar hêmin bê