be nawî «zergeteyî» yewe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  569 Dîtin
xełkî hawarî çawî bedyane
keçî xenîmî min çawî cwane
şa’îr teşbîhî mang eken be řût
serwîş da’enên legeł bała cût
mang le řastî řût wicûdî nîye
serwîş bêbere be kełkî çîye
be lêwî ełên yaqîqî ałe
yaqîq bêgyan û bê ḧał û xałe
dem demî ’îsat buwe be hawdem
ew gyan eda û min gyanî bo edem
řûy to nexşêke û «celal» y nawe
seyrî sun’î ew bê nuqte mawe