be yadî kon
mangî nîsan mangî gułane
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1058 Dîtin
řojêk bo seyrî teyarexane
ecel birdimye ser řêy ew cwane
bombay nêw nîga dira le cergim
şehîdim, kifin meken be bergim
witim: her minim kuştey ew çawe
řwanîm lał û pał zorin lew nawe
qoçî qurbanîn, cejnî qurbane
ew deşte buwe be qesabxane