bestey kurdî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  835 Dîtin
wa beyane giznigî xor derkewt
nimî şewnim be tîşkî řoj serkewt
ẍunçeguł xonwandinî ber kewt
bilbilîş şořî xiste naw gułzar
***
lale taraye bo perî şaxan
fênkî gyane badî leylaxan
demî êware sêberî baxan
xoşe bo yar û badeyî serşar
***
em teraney guł û mile gyane
bê to lay min jyanî zîndane
cejin û şadîm hemîşe giryane
min û bilbil cûte zar û hejar
***
fêrî firmêskime gułałey dewrim
wa le daxî to bêwefa emirim
çaweřêm kewa bêyte ser qebirim
be hewat zîndû bibmewe dû car
***
le beheşta be yadî to şadim
be temaşay firîşte azadim
cennet efroşim ademîzadim
be nîgahêkî dîdeyî bîmar