daniştibûyn legeł yar

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  874 Dîtin
danîştibûyn legeł yar
min sermest û ew huşyar
be tîlay çawî bîmar
diłmî fiřand be yekcar
şwênî dił kewtim naçar
zorî lê pařamewe
awřêkî lê damewe
kewtim û hełnestamewe
têkyewe pêçamewe
îxtyar bê îxtyar
enca hate serînim
çawî kewt be birînim
gyan geybuwe berbînim
yexey lada bîbînim
řûnak bû der û dîwar
mang be ketan řazabû
dû dugmey tirazabû
dû nar le nûr sazabû
baładestî beyza bû
nûrî lay tûr tîre û tar
hate giftugoy yarî
be şîrînî guftarî
ḧełway gezo ebarî
êcgar lêwî xałdarî
ałtir le peřey gułnar
ax nazanin dił çone
le birûskey sergone
agir berbuwe kay kone
kewtime mele wek sonemirawî
xom xiste berpêy diłdar
be dû zułfî wek zincîr
pêm bestirabû wek nêçîr
pêkenî, witî: ey pîr
wa toyşim hênaye gîr
wek cwanêkî bextyar
pêm wit: pîrî azad bûm
qelenderî diłşad bûm
bend nebûm, bendiguşad bûm
qaremanî dêwzad bûm
wa bo to hatme jêr bar
fermûy ew řojey yezdan
êmey hênaye meydan
ewsa bûyn be binawan
bo serperiştî mêrdan
ême pyaw exeyne kar
newey perîn le pêşîn
řegî dił řa’ekêşîn
bo lêqewmawan xwêşîn
barî ẍemtan ekêşîn
hem ẍemxiwarîn, hem diłdar
ger ême nebûynaye
pyaw çon ehate kaye
cîhan her êwey tyaye
keçî lay êwe waye
xudpesend û dił’azar
ême ḧez le şeř nakeyn
be hîway xwêndin û çakeyn
netewey baş peyda keyn
wêraneman awa keyn
be xwêndin debîn řizgar
ew mijdeye lew deme
lam henasey miryeme
çûme řîzyan ewdeme
xwa yar bê ew serdeme
weten dekeyn be gułzar