wek min derdedar
le katî xoya be nawî «bêsaranî» yewe biławî kirdotewe
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1256 Dîtin
wek min derdedar, wek min derdedar
gułan bibînin řengiřeng be qetar
ay bo yarêkî wek min derdedar
seyrî behar keyn dyare û dyar
be her ẍemêkî têrupiř bigrîn
le her řengêkyan ẍemêk wergirîn
gułałe xwênî dîdey şewbêdar
le wenewşe şîn, le nêrgis xumar
le ẍunçe peykan, le gułsosen xar
le newroz bo dił zamî piř’azar
çinûr wek pêwend, çinar sêdare
hemîşe behar wek weremdare
řêḧane pelkî şînî matem bê
mînamînay ẍem ba neş’ey kem bê
bełam her tenha xom derdedar bim
her ẍembebarî ẍeman ẍembar bim